H’emû nûçeSereke

Girtina korîdorê dide kifşê ku bi sê ssênara ermenîyên Qerebagê li ber komkujîyê didine sekinandinê: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê forûma global, ya bi sernavê “Dijî xirabkarîya komkujîyê” derheqa girtina korîdora Laçînêda xeberdaye: “Korîdora Laçînê sivdera îzinnedayîna komkujîyêye. Girtina wê korîdorê, kêmkirina şuxulkarîya wê dide kifşê, wekî bi sê ssênara ermenîyên Qerebagê li ber komkujîyê didine sekinandin”,- Paşînyan gotîye.

Paşînyan bi hûrgilî ew hersê ssênar anîne ber çeva. Bi gotina wî, ssênara ewlin dikare bibe ssênara derxistina ermenîyaye ji Qerebagê, çimkî wî çaxî mecalê tunebe ku ew malên xweda bimînin. Ewî derheqa nehîya Hadrûtêda destnîşan kirîye,li kîderê piştî sala 2020 î tu ermenîk najî.

Ssênara mayîn undakirina heyînêye, şedetîya kîjanê hema şerkarîya Adirbêcanêye dijî navên cîhên Qerebagê û heykelên dîrokîye.

Bi gotina Paşînyan, ssênara sêemîn hema tunekirina bi fîzîkîye, nîşanên kîjanê dîtine û hetanî  roja îroyîn jî tên dîtinê.

Paşînyan gotîye, wekî Adirbêcan li ber civaka navneteweyî elam dike, ku hazire maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê çareserke: “Feqet ew gotin  tê bêjî bona civaka navneteweyîye, lê ne ku berê ewlin bona wan merivaye”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button