H’emû nûçeSereke

Hîmdara înstîtûya Lêmkîn têra dibîne wekî hewcetî heye dijî Adirbêcanê sanksîya mîyaserkin bona ku komkujîya dijî ermenîya bidine sekinandinê

Hîmdara înstîtûya Lêmkîn, ya îzinnedayîna komkujîya Êlîza Fon Coydên Forgên rola civaka navneteweyî nava wê yekêda girîng hesab dike  ku Adirbêcanê mecbûrkin ku ew ji armancên xweye komkuj, yên dijî  Qererebagê û Ermenîstanê paşda bisekine. Êlîza Fon Coydên Forgênê fikira wî cûreyî  çawa bersiva pirsa Armênprêssê daye, ya nava çarçoveya forûma globalda.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda wekî serokê Adirbêcanê komkujîyê dijî ermenîyên Qerebagê amade dike û wî alîda civaka navneteweyî çi dikare bike, bona ku komkujîya nû bê sekinandinê, ewê gotîye wekî civaka navneteweyî dikare hê zêde bike bona ku komkujîya nû bide sekinandinê.

Êlîza Fon Coydên Forgênê gotîye, wekî civaka navneteweyî gerekê bide femkirinê, wekî êrîşa komkuj, ya dijî ermenîyaye li Arsaxê, Ermenîstanê yan jî cîyekî mayîn wê bersiveke berk bistîne û bona Adirbêcanê encamên xirab dikarin pêşda bên.Ev hemû tişt dikare bi rîya dîplomatî bê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button