SerekeSîyasî

Kê girtîyên ermenî yên şêr  gulebaran kir û ev yek wê bandoreke çawa li danûstandinên Yêrêvan-Bakûyê bike?: lêpirsîna BBC ê 

Di êrîşa Adirbêcanê ya li dijî Ermenîstanê ya di îlona  sala 2022 an de, artêşa  aêzrîya 8 (li gor hine agahîyan 9) leşkerên ermenî yên bêçek gulebaran kirin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, ev bûyer ji alîyê rojnamevanên BBC, koma lêkolînê ya Bellingcat û rêxistina çavdêriya mafên irovan (HRW) ya navneteweyî ve hat lêkolînkirin.

BBC jî lêkolîn kir ku ev bûyer dê bandorek çawa li danûstandinên aştîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da bike.

 “Li serê girê ku bi tîrêjên rojê ronî bû, çekdarên ku nû çeperên şer yên dijmin bi dest xistine, komeke dîlên şer bi çekan kom kirin û bi destên xwe bilindkirî neçar kirin ku li erdê rûnin.

Deng guleyan bihîstin.Bi zimanê azêrî qêrînek tê bihîstin: “Vurma, Vurma” (Gule nekin). Girtîyên şer dikevin, teqekirin heta demekê berdewam dike.” BBC li ser bûyerê radigihîne û got ku vîdyoya 40 deqeyî ya ku bi têlefona destan hatîye kişandin zû li ser torên civakî û kanalên Telegramê belav bûye.

Gotarê da tê gotin ku Ermenîstan Adirbêcanê bi kiryarên nemirovane yên li hember girtîyên şer û kuştinên bê daraz tawanbar kir. Û parêzvana mafên mirovan ya ermenî Krîstînê Grîgoryan ji BBC re got ku wê matêryalên li ser vê dozê ji dadgeha Mafên Mirovan ya Avropayê ra şand. Serdozgerîya Giştî ya Adirbêcanê  destpêka meha cotmehê da ragihandibû ku lêkolîna pêşwext tê kirin û “eger sûcê kesên gumanbar, personelên leşkerî îspat bibe”, wê demê “pirsgirêka sûcdar dikare were çareser kirin”.

Kî gulebaran kir û kî bû qurbanî?

BBC paşê analîza xwe ya li ser vîdyoyê pêşkêş dike û da zanîn ku di dîmenên ku hatine weşandin de, herî kêm 15 leşker komek ji 8 kesan (li gorî raporên din, neh) kesên bêçek dorpêç kirine, ku endamên wan helmet û cil û bergên ku di artêşa Ermenîstanê de têne bikar anîn li xwe dikin.

BBC vê kamûflajê bi cil û bergên nû yên hêzên çekdar yên Ermenîstanê û wêneyên navdar yên helmetên ku ji alîyê artêşa Ermenîstanê ve hatine bikaranîn, dan ber hev. Û cil û bergên leşkerên êrîşkar li gel cil û bergên artêşa Adirbêcanê tê bikaranîn.

Lêkolîrên Bellingcat gihîştin heman encamê dema ku wan rengên unîforman bi nimûneyên ku li ser camopedia.org hatine weşandin, ku cil û bergên leşkerî yên ji welatên cihêreng vedihewîne, dan ber hev.

Kanala Têlêgramê ya alîgirê Adirbêcanê ku vîdyo belav kirîye dibêje, ew serbaz ji hêzên taybet yên hêzên çekdar yên Adirbaycanê ne. Lêkolînerên BBC, HRW û Bellingcat jî piştrast kirin ku zimanê azerî zimanê dayîkê yê kesê ku Vurma (“Gule nede” diqîre ye) ye.

Nayê zanîn ka çi tê serê girtîyan, lê profesor Rohînî Haar ji zanîngeha Kalîfornîyayê, Bêrklîyê, ku ji hêla HRW ve hatî destnîşan kirin, di wê bawerîyê de ye ku şansê saxbûnê dema ku çekên otomatîk ji dûrîyek weha têne avêtin pir kêm e.

Kengê û li ku gulebaran kirin?

Lêkolînerên Bellingcat têknîkên kronolojîyê bikar anîn, di nav  wêneyên satêlîtê û pozîsîyona rojê li gorî cîhê gulebaranê, ji bo destnîşankirina dema bûyerê.

 “Daneyên berdest ji bo dîyarkirina dîroka gulebaranê bi awayekî rast têrê nakin.Li gorî lêkolîneran dibe ku bûyer di navbera nîvê tebaxê û seheta 06:00 û 06:30 danê sibê ya 13 ê îlonê qewimîbe. Lê belê li gorî ku şerên îlonê yên li ser sînorê Ermenistan-Adirbêcanê di şeva 12-13 îlonê da qewimîn, dema herî îhtîmal dibe serê sibê 13 ê îlonê be”,-miqalêda tê kifşê.

Bertek û berteka

Ermenîstanê Adirbêcanê bi sûcên şer sûcdar kir û serî li dadgeha Mafên mirovan ya Avropayê û dadgeha Navneteweyî ya edaletê ya Neteweyên Yekbûyî da, ku îdîayên dewletan yên li dijî hev dinirxîne.

Rayedarên Adirbêcanê ragîhandin ku wan “gelek kiryarên lêkolînê” yên têkildarî xuyabûna vîdyoyê pêk anîne û 10 dozên sûc dane destpêkirin. Alîkarê yekem yê serdozgerê Adirbêcanê Êlçîn Memmedov bi hinceta nepenîtîya lêkolînê red kir ku li ser vê rewşê şîrove bike ji servîsa Adirbêcanê ya BBC re, lê dîyar kir ku “di vîdyoyê de hêmanên sextekarîyê hene”.

Gelek çavdêr, li ser bingeha ezmûna berê ya Adirbêcanê, hêvîyek hindikin ku dê çi gav were avêtin.

“Dema ku di sala 2020 an da piştî bidawîbûna şer û pevçûnên di navbera alîyan de vîdêoyên îşkencekirina leşkerên ermenî derketin holê, dozgerîya Adirbêcanê jî soza çalakîyê da û gelek gumanbar hatin girtin, lê lêpirsîn dirêj bû û tu kes nehat cezakirin. Coşûa Kûçêran, Anî  Mêjlûmyan û Ûlkêr Natîgîzî di gotara eurasia.org de bi bîr xistin ku ji leşkerên di sala 2020 an de hatin girtin herî kêm yek ji wan di sala 2022 an de madalyaya “Xizmeta ji bo welatê dayîkê” wergirtîye.

Gotarê de her wiha tê gotin ku di 8 ê mijdarê  dema axaftina bi boneya duyemîn salvegera serkeftina wan di şerê duyemîn yê Qerebaxê de, serokê Adirbêcanê Îlham Alîyêv li Şûşîyê dîyar kir ku bûyerên îlonê “divê ji Ermenîstanê re bibe ders” û tiştek negot li ser pêbawerîya di navbera Baku û Yêrêvanê de.

Tomas dê Waal, lêkolînerê payebilind yê weqfa Karnegiye û nivîskarê pirtûkek li ser Twitterê wiha got: “Axaftina serok Alîyêv, ku tê de Ermenîstanê wekî “dijmin” bi nav dike û qala “dersa ku di meha îlonê de hat dayîn” dike, hestek xemgîn çêdike”.

Di gotarê de tê behskirin ku hem li ser sînorê Adirbêcan û Ermenîstanê û hem jî li Qerebaxa Çîyayî, li herêma di bin kontrola hêzên aştîxwazên rûsî de, bi rêkûpêk raporên pevçûn û kuştina personelên leşkerî hene.

Servîsa rûsî ya BBC jî ji zarê zanyarê sîyasî Tîgran Grîgoryan radigihîne ku Bakû bi awayekî aktîv sîyaseta dîplomasîya leşkerî dişopîne û hewl dide Ermenîstanê neçar bike ku peymana aştîyê bi şert û mercên guncav ji bo Adirbêcanê îmze bike, eger Yêrêvan bixwaze ku ji zêdebûneke leşkerî dûr bixe.

Di gotarê de gotinên rojnamevan û nivîskar Mark Grîgoryan jî vedibêje, ku dibêje “vîdyoyên ku hovîtîya li dijî mirovên ku ji derfeta parastina xwe bêparin, stêrêotîpên pir neyînî yên li Ermenîstanê li ser cîranên (azêrî) xurt dikin.”

“Mirov kêm li ser cîranên xwe li qada giştî ya Adirbêcanê bi erênî diaxivin. Li ser torên civakî li dijî kesên ku bi zextên leşkerî yên li ser Ermenîstanê razî ne, bi hashtaga “Xayîn nas bike” kampanyayek tê kirin. Nûçegîhanên sêrvîsa BBC ya Adirbaycanê bûn şahîd ku çawa zarokên 5-6 salî di dibistaneke seretayî de bi yekdengî  “Nefret, nefret ji dijmin re” (li gel sloganek din: “Qerabax Adirbêcan e” fêrî qîrîna dirûşma “Karabax Adirbaycan e”,- di gotarê de tê gotin.

Li gorî dîplomatan, tevî reşbînîyê jî, Baku û Yêrêvan, her çend hêdî be jî, ber bi peymanekê ve diçin ku piştî belgeya ku di sala 2020 an de hat îmzekirin, dikare bibe gava yekem ya girîng ber bi aştîyê ve.

“Lê belê, xwîna rijandina îlonê li herdu paytextan bi awayekî cuda tê dîtin. Ji bo hinekan ew “sepandina aştîyê” ye, ji bo hinekan jî serkeftina argumana “zexta zorê dixebite”,- di gotarê de tê gotin.

Dadwerîya veguhêz?

Her çend piştî belavbûna wê vîdyoyê derbarê girtîyên şer de, di nav civaka Adirbêcanê de hinek rexne hatin kirin jî, lê zêde behsa wê nehat kirin.

“Yek ji sedemên sereke yên vê yekê ew bû ku ne piştî şerê Qerebaxê yê yekem û ne jî yê duyemîn, sûcên şer ji alîyê tu alîyan ve nehat lêkolînkirin û civakan ev yek wekî rastîyek nû dît”.

Di gotarê de jî tê destnîşankirin ku nakokîyên di navbera êtnîkî de ne dîyardeyeke nû ne, lê li cihên ku bi serketî hatine çareserkirin, pergala dadwerîya veguhêz rolek mezin lîstîye.

Meriv çawa birînan derman dike?

Zaûr Şîrîyêv di wê bawerîyê de ye ku di danûstandinên aştîyê de pêwîstî bi danasîna hêmanên dadwerîya veguhêz heye û divê ev yek di peymana aştîyê ya di navbera Ermenistan û Adirbêcanê de jî dîyar bibe. Mêkanîzmaya dadwerîya veguhêz bi giştî, û rastîya bûyer û tazmînatan bi taybetî, pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Û ji bo vê jî civakeke sivîl ya çalak û çapemenîyeke azad pêwîste ku pêvajoyê bi rê ve bibe.

Şirîyêv dibêje: “Mixabin piştî şerê sala 2020 an em çalakîyên wiha nabînin û ger ev gav neyên avêtin wê mixabin emê bibin şahîdê tawanên şer yên nû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button