H’emû nûçeSereke

Nava qewilên hewa zivstanêye sarda 270 zarok li ser rîya mane: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv derheqa girtina korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê

Nava qewilên hewa zivstanêye sarda 1100 meriv li ser rîya mane, nava wanda usa jî 270 zarok, yên ku nikarin bighîjine malbetên xwe. Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransê, parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêxam Stêpanyan gotîye.

“Ev yek beşeke sîyaseta paqijkirinên êtnîkî û komkujîyêye. Ew bi cûrê koordînasîyakirî tê mîyaserkirinê.Ev kirin piştî 9 ê mijdara sala 2020 î, piştî îmzekirina agirbestê, bi zanebûn tên mîyaserkirinê”,-parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button