H’emû nûçeSereke

Tu kes hazir nabe ku zehmetîyara rû bi rûbe: wezîrê Arsaxêyî dewletê

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan duh bi teşkîla fire şêwirdarî derbaz kirîye, li kîderê  serokên organên komarê, serokbajarê Stêpanakêrtê û serokên nehîya amade bûne.

Ewî halê dora bûyarên li Arsaxê, yê ku rûyê girtina rîya ku  Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê, raber kirîye. Rûbên Vardanyan gotîye, wekî hal gelekî girane, lê bi wê yekêva tevayî bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî pirsên heyî dikarin bi xebata koordînasîyakirî bidine helkirinê. “Halê pêşdahatî dixweze ku em bi hevra bişuxulin û rîya tek-tenê yekîtîye. Tenê bi piştgirîya hevdu dikarin vê krîzîyeyê altkin”,- Rûbên Vardanyan gotîye.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî gerekê tevlîhevbûn çê nebe û pêwîste her kes îşê xwe bike.

Rûbên Vardanyan gotîye, wekî nenihêrî wê yekê, ku li Arsaxê qezîya hûmanîtarî pêşda tê, lê tu kes hazir nabe dijwarîyara rû bi rû bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button