H’emû nûçeSereke
Yektîya Avropayê bangî Adirbêcanê dike ku çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê bidine çareserkirinê
Destpêka meha kanûnêda, Yekîtîya Avropayê bi xemgînî dîna xwe dide bûyarên dora korîdora Laçînê. Derheqa wê yekêda malpera Yekîtîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê.
Yektîya Avropayê bangî Adirbêcanê dike, ku li gorî elametîya 9 ê mijadara sala 2020 î, çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê bidine çareserkirinê.
“Sînorkirinên dijî çûyîn-hatina aza nerihetîyê didine binelîyên cî û xemgînîyên hûmanîtarî pêşda tînin. Ev xemgînî gerekê bi dîyalog û şêwirdarîya herdu alîya bêne helkirinê”,- nava daxûyanîyêda hatîye gotinê.
Yekîtîya Avropayê banga xwe diwekîlîne û amadeye piştgirîyê bide wê yekê.