H’emû nûçeSereke

Arayîk Harûtyûnyan emirnivîsar îmze kirîye, ya ku girêdayîye cêrge teşkîldarîyên qewilên halê leşkerîva

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan emirnivîsar îmze kirîye, ya ku girêdayîye cêrge teşkîldarîyên qewilên halê leşkerîva, yê li Komara Arsaxê.

Li gorî emirnivîsarê, girêdayî halê pêşdahatîra, yê ku rûyê girtina rîya Stêpanakêrt-Gorîsêda pêşda hatîye, bi armanca çareserkirina jîyana binelîyên Komara Arsaxê û pêşîgirtina qezîyayên cûre-cûre qanûna derheqa halê leşkerîda hatîye qebûlkirinê, bi kîjanê hatîye qirarkirinê:

. Îdarên ku bi kemala xweva girîngin, yên dewletê û organên xweserkarîkirina cî, yên parastinê û êkonomîkî bidine ser rêjîma xebatêye halê leşkerî.

. Çûyîn- hatina aza li Komara Arsaxê li gorî pêwîstîyê bidine sînorkirinê.

.  Îdarên ku bona dor-bera dikarin bibine qezîya, gerekê bêne parastinê.

. Mafê azaya  berevbûna bidine sînorkirinê, gavên propaganda dijî parastin û ewlehkarîya Arsaxê bidine sekinandinê.

. Girêdayî mîyaserkirina van xalara, gerekê ştaba opêratîv bê sazkirinê.

. Bona serkarîkirina ştaba opêratîv Rûbên Vardanyanê wezîrê dewletê çawa serokê ştaba opêratîv kifşkin.

. Xalên ku hatine raberkirinê, bona organên dewletê xweserkarîkirina cî, usa jî bona şexsên fîzîkî û hiqûqî dibine borcdarî.

. Teslîmî hukumata Arsaxê tê kirinê, ku piştî qebûlkirina emirnivîsarê gerekê qeydê mexsûs bona firotana xurek, dû-dermana û eşîyayên pêwîst bê qirarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button