H’emû nûçeSereke

Kîne êkoaktîvîstên azêrîya yên ku rîya Ermenîstanêye berbi Arsaxê dane girtinê

Wa gotî “Aktîvîstên êkolocî” yên ku rîya Arsaxê û Ermenîstanê girtine, ji alîyê hukumata Adirbêcanêda tên fînansekirinê.

Koma xebatê, ya fonda “Tatoyan” hatîye ser wê fikirê û înformasîyayên derheqa rêberên wê berevbûnê raber kirine.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew meriv ji alîyê fonda cîgira serokê Adirbêcanê û kevanîya serokê Adirbêcanê Mêhrîban Elîyêvayêda tên fînansekirinê.

Hatîye dîyarkirinê wekî ew “aktîvîstên êkolocî” nava rûpelên xweye sosîyalîda her dem înformasîyayên derheqa malbeta Elîyêvîyada, resmên wan belav dikin, nivîsarên dijî ermenîya raber dikin û propaganda dijî ermenîya dikin. Ya sereke ewe, wekî sîyaseta Adirbêcanêye serkarîkirinê didine çareserkirinê.

Mesele, Têlman Kasimov, yê ku rêberekî wê teşkîlkirinêye, li cîhê rîya girtî bi zimanê ermenî bang dike û berbirî cimetê dibe ku bi hevra dikarin bijîn, lê rûpelê xweyî  facebookê  da wêneya raber dike, kîjanada tê kifşê ku leşkerên azêrîya çi cûreyî ala Ermenîstanê û Arsaxê avîtine bin lingên xwe û pêra jî bi kuştina ermenîyava firnax dibin. Şedetî didine kifşê, wekî ew meriv leşkerekî dijî ermenîyaye û ofîsêrê Asaîşa leşkerîye, yê ku bi aktîvî propaganda daxuyanîyên serokê Adirbêcanêye agrêsîv dike.

Nava wêneyên malperên sosîyalîda ew pêwandîya xweye  tevî koma têrorîstî û miletçîye “Gurên gewir” ra venaşêre û resmê Ramîl Safarov raber dike, yê ku ofîsêrê ermenî cîhê razayî dabû ber balte.

Ew yek raste, wekî meremê teşkîldarîya wan ne yê êkolocîye, ew sîyaseta Adirbêcanêye xirabkarîyêye, ya ku dicêribîne binelîyên Arsaxê bide tunekirinê, ji dinîya der jî bide qetandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button