H’emû nûçeSereke

Êkolocên azêrî eşkere ji alîyê hukumata Bekûyêda hatine şandinê: Tomas Dê Vaal

Şiroçîyê fonda Karnêgî Avropayê Tomas Dê Vaal derheqa girtina korîdora Laçînêda û sekinandina gaza Arsaxêda xeberdaye. Ewî xemgînî elam kirîye wekî niha li ber pevçûyîna leşkerîye nû sekinîne.

“Hal diha xirab dibe û ew yek krîzeya hûmanîtarî saz dike. Bersiv û xemgînîya Rojavayê zêde dibin”,- Tomas Dê Vaal rûpelê Twittere da nivîsîye.

Nava nivîsara berî wê yekê ewî gotibû wekî halê pêşdahatî dikare werguhêzî dew û dozê bibe.

“Wa gotî  “Êkolocên azêrî, yên ku eşkere ji alîyê  hukumata Bekûyêda hatine şandinê, rîya Laçînê dane girtinê”,- ewî nivîsîye.

“Adirbêcan roja îroyîn li ser tabîya bilinde, ewê daye kifşê, wekî ewê qewatê bide xebatê bona ku Ermenîstan ber daxwe. Elîyêv dixweze qayîlnivîsara aşîtîyê îmzeke, lê ne ku şerê nû destpêke. Feqet tê kifşê, wekî ew tiştên usa dixweze, wekî alîyê ermenî nikare wê yekê bike. Qezîya mezin heye, tê bêjî em li ber şêmîka pevçûyîna leşkerîye nû sekinîne”,-Vaal nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button