Frênk Paloûn kirinên Adirbêcanêye dijminatî, yên li Qerebagê gunehkar kirîye
Kirinên Adirbêcanêye dijminatî, yên li Qerebagê yên gunhkarkirinêne. Derheqa wê yekêda kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, hemsedirê komîsîya pirsên ermenî Frênk Paloûn Twittere da nivîsîye.
“Kirinên Adirbêcanêye dijminatî, yên li Qerebagê yên gunehkarkirinêne.Rîya tek-tenê ya ku cimeta Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê, ya ku ji alîyê azêrîyada hatîye girtinê, bona binelîya qezîyayê raber dike.
Frênk Paloûn li rex nivîsara xwe elametîya hemsedirên komîsîya pirsên ermenî raber kirîye, bi kîjanê kirinên Adirbêcanêye agrêsîv hatine gunehkarkirinê.
“Eva ji du sala zêdetire wekî Adirbêcan bi neqanûnî dîlê ermenîye leşkerî Vîgên Êûlcêkyan xweyî dike.Desthilatdarîya Elîyêv dijî wî merivî gavên barbarî avîtine û mafên mêriv teribandine”,-kongrêsmênê amêrîkî nivîsîye.