H’emû nûçeSereke

Li wezîreta Ermenîstanêye karên der ew hal raberî dîplomatên welatên der kirine, yê ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye

14 ê kanûnê li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan û cîgirê wezîrê karên der Vahê Gazaryan tevî serokên wekîltîyên dîplomatîye li Ermenîstanê û sîstêmên navneteweyî pêk hatîye.

Wextê hevdîtinê ew hal hatîye raberkirinê, yê ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.

Nava axaftina xweda borcbirê wezîrê karên der Mnasakan Safaryan gotîye, wekî kirinên Adirbêcanêye van rojên dawî, nava wanda cêrge bûyarên li korîdora Laçînê, teribandina rêjîma agirbestê, girtina gaza ku diçe Qerebagê eşkere didine kifşê, wekî  girtina korîdora Laçînê pêşda ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanêda hatibû progiramkirinê û armanc ewe ku li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî çêke.

Hatîye dîyarkirinê, wekî kirinên azêrîya elametîya 9 ê mijdarêye sala 2020 î, bi taybetî xala wêye şeşa, diteribînin.Mnasakan Safaryan gotîye, wekî pêwîste ku hêzên Adirbêdanê ji axa Ermenîstanê derkevin û dîlên ermenîye leşkerî bên azaberdanê.

Cîgirê wezîr jî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan borcdarîyên xweye navneteweyî diteribîne û bi wê yekê dide kifşê, wekî bêyî mêxanîzma navneteweyî di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda  nikare hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button