H’emû nûçeSereke

Şedetî hene, wekî ew merivên ku korîdora Laçînê girtine xebatkarên qulixdarîyên Adirbêcanêye mexsûsin: elametîya parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv û parêzerê  Arsaxêyî mafên mêriv bi daxuyana tevayî pêşda hatine.

“Eva îdî serê du rojaye rîya ku Arsaxê Ermenîstanê û dinîyayêva dide girêdanê, girtîye. Bi zanebûn çûyîn-hatina meriva û eşîya, 120 000 zarok, merivên yaşê xweda mezin, jin û mêr li Arsaxê ketine nava kemînê.

Rûyê wê yekêda 1100 şexs, nava wanda 270 zarok nikarin vegerine malên xwe. Nexweşên ku hewcê  piştgirîya doxtirîyêne, nikarin cîguhastî Ermenîstanê bikin, ku piştgirîya anegor bidine wan.Anîna xurek û eşîyayên doxtirîyê hatîye sekinandinê.

Alîyê azêrîya usa jî dayîna gaza ku tê Ermenîstanê, daye sekinandinê, ew jî nava qewilên zivstanêda.

Alîyê azêrîya bi otobûsa merivên bi kincên sîvîl wa gotî “aktîvîsta” cîguhastî li wir dikin. Şedetî hene, ku nava wan merivên ku rê girtine, xebatkarên qulixdarîyên Adirbêcanêye mexsûs hene.Nava tevbûyên merivên berevbûyîda piranî ew merivin, yên ku ji alîyê dewletêda tên fînansekirinê.

Prêssa Adirbêcanê roj bi roj propaganda dijî aşîtîparêzên rûs gur dike. Meremê Adirbêcanê ewe ku Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê û binelîyên ermenî tune bike.

Nava qewilên wî cûreyîda, bi meremê sekinandina komkujîya nû, em bangî hukumata û dewleta dikin ku hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê ku dorpêçkirina Arsaxê bidine sekinandinê, gaza ku diçû Arsaxê bidine vekirinê, krîzeya hûmanîtarî bidine sekinandinê û garantîya mafên binelîyên Arsaxê bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button