Em bangî civaka navneteweyî dikin ku piştgirîyê bide hevraxeberdana.Adirbêcan gerekê girtina korîdora Laçînê bide hildanê, ya ku rîya tek-tenêye ku Qerebagê dinîya derva dide girêdanê. Derheqa wê yekêda rûpelê Twittere da, ya organîzeya navneteweyîye mafparêz Freedom House da hatîye gotinê.
“Ew behs me nerihet dikin wekî Adirbêcanê careke mayîn, gaza ku diçe Qerebagê, daye sekinanditnê. Freedom House bangî hukumata Adirbêcanê dike ku dayîna gazê bidine dasekinandinê”,-nava daxuyanîyêda hatîye gotinê.