H’emû nûçeSereke

Aramê Ewlin bangî civaka navneteweyî kirîye ku bi hemû mecalên xweva beşdarî prosêsê bibin bona ku korîdora Laçînê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtirê, bê vekirinê

Patryarxê Mala Kîlîkîyayê Aramê Ewlin bangî civaka navneteweyî kirîye ku bi hemû mecalên xweva beşdarî prosêsê bibin bona ku korîdora Laçînê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtirê, bê vekirinê, bi kîjanê Arsax û Ermenîstan bi hevva tên girêdanê.

“Ev gava Adirbêcanê wek komkujî tê kifşê, çimkî nava qewilên wî cûreyîda ermenîyên Arsaxê zûtirekê  dikarin bikevine nava krîzeya nexweşîyê û birçîbûnê. Îzina civaka navneteweyî tune li ber teribandina qanûnên hûmanîtarîye hîmlî û prînsîpên wê yekê bêdeng bimîne”,-patryarx gotîye.

Bi banga xwe, Aramê Ewlin berbirî organîzeyên dêra, yên dînî û navneteweyî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button