H’emû nûçeSereke
Ji alîyê Elîyêvda xebitandina zivistanê çawa sîlih dijî cimeta Qerebagê ssênara avtorîtare: komîsîya Sênata ŞAY
Ji alîyê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda xebitandina zivistanê çawa sîlih dijî cimeta Qerebagê, ssênara avtorîtare. Derheqa wê yekêda mîkrobloga Twittere da, ya komîsîya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pêwandîyên navneteweyîda, hatîye dîyarkirinê.
“Li temamîya dinîyayê dêmokaratîya gerekê sekinandina dayîna gazê û dorpêçkirina ji alîynê Elîyêvda şermezar bike. Azaya çûyîn-hatina li Qerebagê gerekê bê dasekinandinê”,- li komîsîyayê gotine.