Adirbêcanê çûyîn-hatina li Arsaxê daye girtinê û gaza ku diçe Arsaxê, daye sekinandinê, rûyê çida binelîyên ermenîye li wir ji xurek û germayê, ava germ û êlêktrîkê miqûf mane. Derheqa wê yekêda kongrêsmêna Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Abîgêyl Spanbêrgêrê mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.
“Em gerekê alîkarîya bona Adirbêcanê, ya nava goveka ewlehkarîyêda bidine sekinandinê, bi hesabhildana agrêsîya dijî binelîyên sîvîl”,- kongrêsmênê nivîsîye.