H’emû nûçeSereke

Azêrîya fem nekir, wekî ev dorpêçkirin me  zêdetir qewîn dike: hevdîtina li Martûnîyê

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan tevî wekîlên fraksîyayên parlamênta Arsaxê li Martûnîyê qesidîye û li palata kûltûrayê rastî binelîya hatîye.
Wezîrê dewletê pêwandîyên tevî binelîya girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî yekbûn bona serkeftinê rîya here raste. Wextê hevdîtinê, wezîêrê dewletê û parlamêntvan derheqa xemgînîyên binelîyada guhdar kirine û bersiva pirsên wan dane, yên ku derheqa ewlehkarîya Arsaxê û halê dora Arsaxêda bûne. “Wana fem nekir, wekî ew vî cûreyî me dikin yek û em zêdetir qewîn dibin. Ew niha fem dikin, wekî qewatê didine me. Bi saya vê dorpêçkirinê me fem kir ku yekbûn çiqasî girînge”,- wezîrê dewletê gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava halê wî cûreyîda meriv dikare pirsgirêka tenê bi teşkîldarîyê û dîssîplînayê helke û serda zêde kirîye wekî hukumatê hemû tiştî bike, ku tevî cimetê zelal bixebite û aminayê bide dasekinandinê. Beşdarên hevdîtinê dane bawarkiinê, wekî ewê li ber dijwarîya teslîm nebin û pêra jî amadene hemû tiştî bikin ku li ber pirsgirêkên welêt ber xwe bidin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button