H’emû nûçeSereke
Eyane wekî bi 2,6 mîlîyard yûroyên ji alîyê Yekîtîya Avropayêda dayî, wê progiramên çi cûreyî bêne mîyaserkirinê
Tîrmeha sala 2021 ê ji alîyê Yekîtîya Avropayêda hate qirarkirinê, ku 2,6 mîlîyard yûro bidine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda şêwirmenda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Manê Adamyanê facebook da nivîsîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî bi wan pera wê piştgirîyê bidine 30 hezar kompanîyayên biçûk û pêşxistina sosîyal-êkonomîkî. Dikeve nava wê progiramê usa jî hevkarîya nava xebatên çêkirina rîya bakûr-başûr, goveka têknolocîya, învêstîsîyayên li paytext û dîsa çend govekên mayîn. Desta van dokûmênta hukumata Ermenîstanê îlona sala 2021 ê daye alîyê Avropayê.