H’emû nûçeSereke
Girêdayî halê Qerebagêyî hûmanîtarîra, Papê Romayê xemgînîya xwe elam kirîye
Papê Romayê Fransîskos li ber bi hezara berevbûya xemgînîya xwe girêdayî halê Qerebagêyî hûmanîtarîra daye dîyarkirinê, kîjan rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ji 12 ê kanûnêda Adirbêcanê korîdora Laçînê girtîye, ya ku rîya tek-tenêye ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê. Papê Romayê bangî alîya kirîye, ku helkirina edil boy halê meriva bê dîtinê.
Ewî gotîye, wekî ew bona halê hûmanîtarî xemgîne û nava qewilên hewa zivstanêda dikarin hê giranbin.Ewî hîvî kirîye ku beşdarên vê prosêsê, boy cimetê, helkirinên edil bibînin.