H’emû nûçeSereke

Hewce nîne  gumana xwe bidine ser Rojavayê û Rûsîyayê: dîrokzan bangî ermenîya dike ku bawarîya xwe qewata xwe bînin

Gumana min li ser civaka navneteweyî tune.Firqîya wê yekê ewe, ku berê bangî herdu alîya dikirin, ku xwe zeftkin, lê niha  nava bangada navê alîya didine dîyarkirinê.Derheqa wê yekêda serokê înstîtûtya dîrokê, Aşot  Mêlkonyanê akadêmîk gotîye.

Dîrokzan daye dîyarkirinê, wekî  ew ne ji Rûsîyayê, ne jî ji Rojavayê hîvîya tu tiştî nîne. Ewî bangî welatîya kirîye, ku gumana xwe bidine ser qewata xwe.

“Ez li ser wê fikirême, wekî nava vî halîda Adirbiêcan difikire ku ew ji alîyê leşkerîda qewate. Her roj ew tabîya xweye neqanûnî dide kifşê. Medê wî diha zêde vedibe. Bi fikira min, rûyê vê êskalasîyayêda, ya ku dikare pevçûyînê pêşda bîne, gerekê derbê bighînî çena dijmin. Ez nava wê pirsêda li ser wê fikirême. Li cem meriva gerekê ew fikir tunebe, wekî mijdara sala 2020 î me nikaribû şerkarî berdewam bikira”,- Mêlkonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button