Kongrêsmên dewê dikin ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê û piştgirîyê bidine Arsaxê
Bi serokatîya kongrêsmênê Ştatên Yekbûyî Adam Şîf û 30 kongrêsmêna name ser navê serokê Ştatên Yekbûyî nivîsîyne û bang kirine ku gavên birîyarkir bêne avîtinê bona ku ewlehkarîya binelîyên Arsaxê bê çareserkirinê.
Namêda hatîye dîyarkirinê, wekî ji 12 ê kanûnêda Adirbêcanê ew rîya tek-tenê girtîye, bi kîjanê Arsax Ermenîstanê û dinîyayêva tê girêdanê. Hatîye gotinê, wekî çûyîn-hatina 120 000 ermenîya hatîye teribandinê û îzinê nadin hetanî eşîyayên mînanî xurek, dû-dermana û yên mayîn bighîjîne Arsaxê.
“Heger ew hal berdewambe, encamên tragîk wê pêşda bên û krîzeya hûmanîtarî wê hebe.Kirinên Adiribêcanê elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribînin, kîjanêda hatibû dîyarkirinê ku ew borcdarin çûyîn-hatina avtomaşîna û welatîya, ya berbi herdu alîya jî, bi korîdora Laçînê bidine çareserkirinê”,- kongrêsmêna nivîsîne.
Kongrêsmêna usa jî dane dîyarkirinê, wekî nenihêrî wan bangên ji alîyê kongrêsmênada belavkirî, admînîstrasîya amêrîkî hetanî niha piştgirîya anegor nedaye cimeta Asaxê, ya ku niha gelekî pêwîste.