Baylozê Çêxîyayêyî li Ermenîstanê gotîye, wekî Rûsîya bona çûyîn-hatina li korîdora Laçînê cabdare
Baylozê Çêxîyayêyî li Ermenîstanê Pêtr Pîrûnçîk wextê hevpeyvîna tevî radîyostansîya “Aza” ê gotîye, wekî li gorî elametîya 9 ê mijara sala 2020 î îmzekirî Rûsîya bona cîguhastinên li wan cîha, cabdare û serda zêde kirîye wekî alîyê hîmlî ji kîjanê gerekê bipirsin, ku çi diqewime yan jî wê paşê çawabe, hema Rûsîyaye.
“Ew pevketine ku wê hemû tiştî çareserkin, ku li wêderê rê wê vekirîbe û aşîtî wê bê xweykirinê”,- Pîrûnçîk gotîye.
Bayloz gotîye, wekî ew zane ku li korîdora Laçînê çi diqewime û serda zêde kirîye ku ewê ser şirovekirina Adiribêcanêye fermî bikenîya, heger ew dîplomat nîbûya.
“Bêguman ew şirovekirin bi cûrê xêfiktî hatibû amadekirinê, wekî ew meriv aktîvîstên parastina tebyetêne û nişkêva zivstanê ew wê yekê dikin. Heger ez dîplomat nîbûna, minê bigota werin em li ser vê şirovekirinê bikenin.Em nikarin li ser halê sazbûyî bikenin, çimkî rastî bi wê yekê 120 000 meriv nava sermêda mane, mecalên wane doxtirîyê tunene, ew hewcê alîkarîya hûmanîtarîne”,-bayoloz gotîye.
Dîplomatê çêx daye dîyarkirinê, wekî tenê bi hevraxeberdanên di navbera ermenîya- azêrîyada dikarin bighîjine peymana aşîtîyêye wededirêj.