Li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Koloêktîv qanûndarîyê diguhêrin: Rûsîyayê li Organîzeya Netewên Yekbûyî wê mîsîya organîzeyêye aşîtîparêzîyê raberke
Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas şuxulkarîya organîzeyêye salê daye tomerîkirinê û derheqa encamên monîtorînga li ser sînorê ermenîya-azêrîya û hemcivîna li Yêrêvanê xeberdaye. Bi gotina Zas, li kîderê hewcetî hebûye, ew bi opêratîvî û kardarî xebitîne: “Li gorî encamên mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye birîyarkirinê, ku desta birîyara amadekin, ya bona piştgirîya hindava Ermenîstanêda.
Ew li Yêrêvanê hatîye gotûbêjkirinê, û em hêvîdarin wekî piştî zêdekirinên anegor emê du dokûmêntên girîng qebûlkin”,-Zas gotîye.
Zas usa jî serda zêde kirîye wekî hîvîyêne ku dokûmêntek wê bê qebûlkirinê, li gorî kîjanê meremê organîzeyê heye ku nava qanûndarîya şuxulkarîya aşîtîparêzên xweda guhartina bikin û femdarîya “welatê koordînator” zêdekin, kîjanê bide kifşê, wekî ew welat wê bi têma mîsîyayên aşîtîparêzîyê tevî Organîzeya Netewên Yekbûyî hevraxeberdana bidine derbazkirinê.