H’emû nûçeSereke

Meremê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune ku ji Ermenîstanê dûrkeve, birîyarên balanskirî, adêkvat hatine qebûlkirinê: Stanîslav Zas

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas elam kirîye wekî meremê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv tune ji Ermenîstanê dûrkeve yan jî berê xwe ji pirsgirêkên Ermentîstanê vegerîne.

“Bêguman, na. Kirinên ku hatine raberkirinê, yên ku îsal hatine mîyaserkirinê, şedetîya wê yekê didin.Serokên welata sê cara halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine, mîsîya anegor şandine ser sînor, birîyara anegor hatîye amadekirinê û desta dokûmêntaye qayîlkirî hatîye pêşnîyarkirinê ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê. Nava vî halîda hemû gavên pêwîst ji alîyê organîzeyêda hatine avîtinê.

Bi gotina sêkrêtarê organîzeyê, hinek nevsên Ermenîstanêye fermî qîmetkirinên wî cûreyî dane ku bona çi organîzeyê esker neşande Ermenîstanê.

“Gerekê bê femkirinê, wekî  encamên çi cûreyî dikarin pêşda bên, hetanî şerê li herêmê û çend welat dikarin beşdarî wî şerîbin”,- Zas gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button