H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hêvîdare, wekî projeya nûkirî, ya bona piştgirîya hindava Ermenîstanêda wê bê qebûlkirinê

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas derheqa opêrasîyona leşkerîye 13 ê îlonêda, ya li ser sînorê ermenîya-azêrîya qewimî, xeberdaye. Zas gotîye, wekî organîzeyê wî alîda xebata lez û kardar kirîye û cêrge qirar qebûl kirine.

“Bona gotûbêjkirina, pirsgirêkên lez pênc cara li civîna şêwira  organîzeyêye ewlehkarîyê pêk hatîye. Nava dîroka organîzeya meda eva cara yekemîne.Sê cara ew civîn li gorî erza Nîkol Paşînyanê serokwezîr hatîye teşkîlkirinê. Wextê wan civîna, halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye gotûbêjkirinê”,- Zas gotîye.

Bi gotina Zas, roja bûyarên 13 ê îlonê, yê ku li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê qewimî, serokên welatên endamên organîzeyê berev bûne û bi formata onlayn civîn hatîye derbazkirinê, wextê kîjanê hal hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button