SerekeSport

Temaşevan nerazî ne:Leo Messi cêribandîye ku ji  qesabê navdar yê kurd xilas bibe /vîdêyo/

Vîdêoyeke ku piştî maça Argêntîna-Fransîya ya cîhanê hat parvekirinê,  têda tê kifşê ku çawa Lîonêl Mêssî her tiştî dike ku bi  qesabê navdar, yê kurd Solt Bahêîn ra hevdîtinê pêk neyne.

Di dîmenên ku derketine, têda tê dîtin ku qesab bi domdarî hewl dide xwe nêzîkî Mêssî dibe, destê xwe datîne ser milê wî û neçar dike ku destê wî biguvêşe.

Temaşeçîya hêrsa xwe ya li ser vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav dibin,  rakirine û ji organîzatoran pirsîne ka çima destûr dane Solt Bahêînê  39 salî (navê rast Nûsrêt Gyokçêye) hiştine bikeve deşta fûtbolê .

Temaşevanan ev biryara organîzatoran “absûrd” nirxand û destnîşan kir ku Mêssî jî hewl da ku wî dûr bixe.

Di yek ji vîdyoyên belavbûyî da tê dîtin ku qesab çawa nêzîkî lîstikvanên din yê fûtbolê yên tîma neteweyî ya Argêntînê dibe,   bi gistîlê li kûpayê dixe, ev yek jî baskê navdar yê argêntînî tevlîhev dike.

Li gor qeydeyên FIFA yê, xeleka pir teng ji kesên hilbijartî dikarin dest bidin kûpaya cîhanê. Di nav wan de dibe ku endamên tîmê serketî û serokên welêt jî hebin. Di vê mijarê da temaşevanan ji mantîqa ku qesab derbasî qadê dibe û hin fûtbolîst bêzar kirîye, gilî kirin.

Bidine kifşê, ku qesabê kurd Nîsrêt Gyokçê yê bi navê Salt Bahîên, xwaringehvanekî xwaringehane ku bi têknîka xwe ya bêhempa ya amadekirin û çêkirina goşt navdar bûye. Vîdyoyên wî di sala 2017 a da bûne memeyek întêrnêtê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button