H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan dide bawarkirinê, wekî desthilatdarîya Ermenîstanê bi karê xweva dide kifşê ku ew garanta ewlehkarîya Arsaxêye

Desthilatdarîya Komara Ermenîstanê dide kifşê, wekî garanta ewlehkarîya Arsaxê dîsa Ermenîstane.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan li parlamêntê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa Gêgam Manûkyanê parlamêntvan daye, bi kîjanê ewî pirsîbû, ku Ermenîstan dîsa garanta ewlehkarîya  Arsaxêye, yan na.

Birêz Manûkyan, ew yek tenê bi gotinê nîne, ew yek bi karva tê kifşê û desthilatdarîyê ew yek daye kifşê. Sala derbazbûyî nêzîkî 200 mîlyard diramî piştgirîya fînansî bona Arsaxê hatîye dayînê û ew piştgirî ne tenê bona halê sosîyal-êkonomîkîye, lê usa jî bona helkirina pirsên ewlehkarîyêye. Bi fikira min bersiv zelale”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button