H’emû nûçeSereke
Bona vekirina kordîora Laçînê parêzerên mafên mêriv bi banga xweva berbirî civaka navneteweyî bûne
Ji alîyê parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêrivda raporta tevayî hatîye amadekirinê, ya ku raberî Organîzeyên Navneteweyî û wan welata kirine, yên ku tevî helkirina pirsgirêkê dibin.Raport usa jî raberî wekîlê mafên mêriv, yê Organîzeya Netewên Yekbûyî Folkêr Tyûrk, wekîla Avropayêye mafên mêriv Dûnîya Mîyatovîçê û wekîlê Yekîtîya Avropayêyî mafên mêriv Êymon Gîlmor û yên mayîn kirine.
Raportêda bang hatîye kirinê ku bi hemû mecala korîdora Laçînê bidine vekirinê bona ku krîzeya hûmanîtarîye ku roj bi roj pêşda diçe, bê sekinandinê.