H’emû nûçeSereke

Civîna nefermî, ya Hevalbendîya Welatên Serbest wê 26-27 ê kanûnê li Sankt  Pêtêrbûrgê pêk bê

Civîna nefermî, ya serokên Welatên Hevalbendîya Serbest, wê hevtîya tê, li Sankt  Pêtêrbûrgê pêk bê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê hevalbendîyê Sêrgêy Lêbêdêv gotîye.

“Hevtîya tê wê dîsa hevdîtineke girîng, ya serokên Welatên Hevalbendîya Serbest, ya nefermî li Sankt Pêtêrbûrgê pêk bê. Li gorî vexwendina serokê Rûsîyayê, ew hevdîtin wê 26-27 ê kanûnê pêk bê. Em hêvîdarin wekî ew yek jî wê piştgirîyê bide qewînbûna hevkarîya me”,- Lêbêdêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button