Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû nerazîbûna xwe girêdayî wê yekêra elam kirîye, wekî mehkema Swêdê înkar kirîye ku rojnamevan Byûlênt Kênêş teslîmî Enqerêkin, kîjanî li Tirkîyayê beşdarî organîzekirina welgerandina dewletêye sala 2016 a dikin.Em bêjin,wekî Tirkîyayê dew dikir ku wî rojnamevanî teslîmî wankin û ew dewekarî ya serokê Tirkîyayêye.Gilî derheqa wê yekêdane, wekî dewekarîyên Tirkîyayêye wî cûreyî wê yekêva girêdayîne, ku Enqere qayîlîya xwe bona endamtîya Swêdêye nava NATO ê da bide.
Fînlandîya û Swêdê sala 2022 a erzên xwe bona endamtîya NATO ê dan.Tirkîya qayîl bû, ku vêtoyê nede ser wê prosêsê, heger qewilên wê bêne mîyaserkirinê.Niha tenê ji alîyê Tirkîyayê û Macaristanêda qayîlî nehatîye destanînê ku Fînlandîya û Swêd bibine endamên NATO ê.