H’emû nûçeSereke

Neh  teşkîletên navneteweyî derheqa qezîya komkujîyêda, ya li Arsaxê eşaretî dane

Organîzeya “Yekîtîya navneteweyîye xrîstanîyê” tevî heyşt organîzeyên mayîn derheqa qezîya komkujîya li Qerebagê eşaretî dane. Organîzeya bang kirine ku  bi destî Organîzeya Netewên Yekbûyî komkujîya Ermenîyaye li herêmê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî hukumata Adirbêcanê wedekî dirêj sîyaseta dijî ermenîya mîyaser kirîye û barbarîyên dijî ermenîya mîyaserkirî bêceza hiştîye û serda jî gef xwerine ku ewê bi qewatê ne tenê Qerebagê, lê usa jî Yêrêvanê dagirke.

Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî hemû 14 faktorên qezîya xirabkarîyê li ber çevane, çimkî agrêsîya azêrîyaye dijî Qerebagê li gorî sîyaseta hukumata Adirbêcanê, Komara Tirkîyayê, împêratorîya osmanî û hevkarên wane, ya bona paqijkirinên êtnîkî û dînî.

Van organîzeya bangî Ştatên Yekbûyî, Brîtanîya Mezin û Rûsîyayê kirine ku borcdarîyên xwe biqedînin û pêşîya vê komkujîyê bidine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button