H’emû nûçeSereke

ŞAY nava pirsa xweserkarîkirina Ermenîstanêda borcdare: xwetirxwestina Lîn Trêysîyê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava pirsa xweserkarîkirina Ermenîstanêda borcdare û wê bona îzbatbûna aşîtîya li herêma Qafqasîya Başûr xebata xwe berdewam bike. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê, Lîn Trêysîyê nava axaftina xweda gotîye, ya ku şuxulkarîya xweye dîplomasîyê li Ermenîstanê îdî ser hevda anîye.

«Ji sê sala zêdetire ku ez li Ermenîstanême. Bona welêt ew wede yê giran bû, lê ez bona pêşeroja Ermenîstanê optîmîstim. Li ser bingeha optîmîzma min cimete”,- Trêysîyê gotîye.

Ewê bîr anîye, wekî tevî hukumata Ermenîstanê hevkarîya baş hatîye mîyaserkirinê û serda zêde kirîye wekî Ermenîstan welatekî bedewe, kûltûra kîjanê ya dewlemende.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button