Wezîreta Arsaxêye karên der berbirî civaka navneteweyî bûye ku bona vekirina dorgirtina Arsaxê gavên anegor bêne avîtinê
Wezîreta Arsaxêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye û derheqa dorgirtina Arsaxêda daye dîyarkirinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê:
“Ji 12 ê kanûnêda Adirbêcanê rîya tek-tenê, ya ku Arsaxê dinîya derva dide girêdanê, girtîye û bi neqanûnî dora Arsaxê girtîye, rûyê çida bona 120 000 binelîyên Arsaxê qewilên hûmanîtarîye giran saz bûne.
Rûyê dorgirtinêda mafên cimeta Arsaxê tên teribandinê. Meriv nikarin aza herin û bên, nikarin piştgirîya doxtirîyê û eşîyayên pêwîst bistînin.
Halê pêşdahatî berdewama sîyaseta Adirbêcanêye bi salaye.
Wezîreta Arsaxêye karên der ji roja dorgirtinê destpêkirî gelek name ser navê welatên cuda-cuda û organîzeyên navneteweyî şandine, înformasîyayên anegor derheqa halda raber kirine û bona piştgirîya anegor hîvî kirine.
Sîyaseta Adirbêcanê dijî dinîya sîvîlîzasîyone û gerekê layîqî bersiva hişkbe.
Wezîreta Arsaxêye karên der careke mayîn berbirî civaka navneteweyî dibe û hîvî dike ku gavên anegor bona vekirina rîya Arsaxê bêne avîtinê”.