H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê bingehê amade dike bona ku li Ermenîstanê mîsîya dîtindarîyê bi wedê dirêj bê cîhwarkirinê

Yekîtîya Avropayê li Qafqasîya Başûr êtapa beşdarbûna xweye nû destpê dike, kîjanê bingehê amade bike ku bi wedekî dirêj mîsîya Yekîtîya Avropayê bê cîhwarkirinê. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê karên der û sîyaseta ewlehkarîyê, Jozêp Borêl gotîye.

Borêl daye dîyarkirinê, wekî mîsîya wan li Ermenîstanê hetanî 20 ê cotmehê hatibû cîhwarkirinê, ya ku dîtindarîya li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê mîyaser dikir. “Cîhwarkirina 40 pêşezanên avropî kardarî da kifşê û alî qewînbûna aminayê kir. Roja îroyîn Yekîtîya Avropayê li Qafqasîya Başûr êtapa beşdarbûna xweye nû destpê dike, ya ku wê hîm amade bike ku li Ermenîstanê bi wedê dirêj mîsîya Yekîtîya Avropayê cîhwarkin, meremê kîjanê ewe ku li herêmê aşîtîya qewîn îzbatbe”,-Borêl gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button