H’emû nûçeSereke

Baylozê Tirkîyayêyî li Adirbêcanê li cîhê rîya girtî, yê korîdora Laçînê qesidîye

Baylozê Tirkîyayêyî li Adirbêcanê Cahîd Bahçî li wî cîyê kordîroda Laçînê qesidîye, kîjan ji alîyê azêrîyada hatîye girtinê. Derheqa wê yekêda ewî Twittere da nivîsîye û wêne belav kirine.

“Qerebag Adirbêcane”,-dîplomatê tirk nivîsîye.

Bayloz bi vî cûreyî girtina korîdora Laçînê silav kirîye, rûyê çida krîzeya hûmanîtarî li Arsaxê pêşda hatîye.

Em serda zêdekin, wekî cabdarên pirsên dîyasporayê, yên welatên endamên organîzeya welatên tirkî li bajarê Şûşîyêyî dagirkirî qesidîne û ewê li wir civînê derbazkin, nava kîjanadane usa jî baylozê Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button