H’emû nûçeSereke

Bi gotina Rûbînyan  encamên civîna şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya ewlehkarîyê nava êtapa gotûbêjkirinêdane

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan encamên civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî baş qîmet kirîye. Ew yek halê dora korîdora Laçînêva girêdayîye. Bi fikira Rûbînyan, civîn bi açixî derbaz bûye û hemû wekîlên welata dane dîyarkirinê, wekî korîdora Laçînê bi neqanûnî hatîye girtinê û gerekê bê vekirinê. Bang hatîye kirinê, ku Adirbêcan borcdarîyên xwe, yên  li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î biqedîne, bi kîjana korîdora Laçînê gerekê Arsaxê û Ermenîstanê hevva bide girêdanê.

Nava axaftina xweda Rûbînyan gotîye, wekî ew birîyar nava êtapa gotûbêjkirinêdane.Wextê civîna orgnîzeyêye ewlehkarîyê, nûnerê Adirbêcanê elam kiribû, wekî Adirbêcanê korîdora Laçînê negirtîye û welatên sêem hewaskarîya xwe hindava vê yekêda didine kifşê. Çawa bersiva wê pirsê ku wekîlê Adirbêcanê derheqa kîjan welatîda xwestîye bêje, Rûbînyan gotîye, wekî  Adirbêcan dixweze derheqa Rûsîyayêda bide kifşê.

“Ew yek propaganda kifşe, kîjanê ew li cîhên cuda-cuda didine xebatê. Ew yek ne anegorî  rastîyêye û korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda  bi neqanûnî hatîye girtinê”,- Rûbînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button