H’emû nûçeSereke

Bob Mênêndês Tirkîya bona kuştina ermenîya gunehkar kirîye, ya ku piştgirîya leşkerî daye Adirbêcanê

Halê sertî di navbera Tirkîyayê û Yûnanistanêda berdewam dibe.Serokê komîsîya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya pêwandîyên der, Bob Mênêndês derheqa ji alîyê Enqerêda kirîna balafirên F-16 û modêrnîzasîyakirina wanda elametî belav kirîye. Derheqa wê yekêda Kurdistan 24 ê ragîhandîye.

Ewî derheqa elametîya serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdoganda gotîye, yê ku 11 ê kanûnê gotibû, ku  “heger Atîna rihet nemîne, emê lêxin”.

Li Sênatê Mênêndês gotîye: “Ew yek ne tenê tiştê  xemgînbûnêye, lê tiştê qebûlnekirinêye”.

Wextê axaftina xwe Mênêndês wêneyên Êrdogan tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Îranê Îbrahîm Rayîsî nîşan daye û gotîye:

“Xêncî wê yekê ku Êrdogan welatê xweda çi dike, sîyaseta wîye dîplomatî jî bi temamî tiştê xemgînkirinêye.Heger dijîderketina min, ya dijî pêpeskirina mafên mêriv min dike dijminê Êrdogan, heger bona kuştina binelîyên ermenî ew sîliha dide Adirbêcanê û ez bona wê yekê dibime dijminê Êrdogan û heger  bi gotina wê yekê ku Tirkîya gerekê Qibrisa Başûr naske û heger bi gotina wê yekê ku Tirkîya gerekê qedirê yekîtîya têrîtorîyayên Yûnanistanê bigre, wî çaxî ezê  bi firnaxbûn wî navî hildim ser xwe”,-Mênêndês gotîye.

“Çawa serokê komîsîya Sênatêye pêwandîyên der, ezê qayîlîya xwe nedime frotana balafirên F 16, çimkî Êrdoganê terka tabîya xweye agrêsîv nede”,- Bob Mênêndês gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button