H’emû nûçeSereke

Human Rights Watch ê derheqa korîdora Laçînêda elametî belav kirîye: desthilatdarîya Adirbêcanê û aşîtîparêzên rûs gerekê vekirina korîdorê bidine çareserkirinê

Ji 12 ê kanûnêda rîya tek-tenê ya ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê, hatîye girtinê û rûyê wê yekêda binelîyên ermenîye li wir nikarin eşîyayên pêwîst bistînin. Derheqa wê yekêda organîzeya navneteweyîye mafparêz Human Rights Watch ê nivîsîye.

Rîya girtî îzinê nade ku binelîyên Qerebagê herin û bên. Ji hezarî zêdetir meriv li vî alî korîdorê, yan  jî wî alî korîdorê mane, yên ku nikarin bighîjine malên xwe.Nava wanda bi deha zarok hene, yên ku wextê rojên mektebêye hêsabûnê çûbûne Yêrêvanê û niha jî nikarin paşda vegerine li cem dê û bavên xwe.

“Rîya tek-tenê,ya ku Qerebagê dinîya derva dide girêdanê, heger bi wedê girtî bimîne dikare encamên hûmanîtarîye xirab pêşda bîne”,- serokê beşa organîzeyêye li Avropayê û Asîya Navîn Hyû Wîlyamson gotîye.

“Nenihêrî wê yekê ku kê ew rê girtîye, desthilatdarîya Adirbêcanê û hêzên rûsaye aşîtîparêz gerekê wê yekê çareserkin, ku çûyîn-hatina meriva û usa jî eşîya bê çareserkirinê.Bi çiqasîva dirêj nikaribin wê yekê bidine çareserkirinê, wî çaxî qezîya bona merivên sîvîl diha mezin dibe”,- Hyû Wîlyamson gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button