H’emû nûçeSereke

Serokê parlamêntê axaftina wekîlê Rûsîyayêyî li şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî çawa ya xirab qîmet dike

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan axaftina wekîlê Rûsîyayêyî li şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî xirab qîmet  dike û  dide dîyarkirinê, wekî ji alîyê tifaqdarada gerekê banga bi navkirî bihata bihîstinê. Derheqa wê yekêda Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“Ew yek ew welata kirin, yên ku tevî Ermenîstanê ne nava pêwandîyên sixdanin. Bi fikira min, Rûsîya yan nikare, yan jî naxweze, yan jî bi hevra him naxweze û him jî nikare”,- Sîmonyan bersiva rojnamevan daye û wî cûreyî axafitna  nûnerê Rûsîyayê qîmet kirîye.

“Çi jî hebe ez zendegirtî namînim. Kirinên van axirîya, ev bûyarên dawî didine kifşê, wekî Moskva wê bersiva wî cûreyî bida û wî cûreyî qîmet bikira”,- ewî gotîye.

Bi gotina serokê parlamêntê, diqewime bersiva wî cûreyî wê yekêva girêdayîye wekî ew zona bin cabdarîya aşîtîparêzadane û bi wî cûreyî ew dixwezin cabdarîya xwe bidine kêmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button