H’emû nûçeSereke
Ştatên Yekbûyî piştgirîya xwe hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê îzbat kirîye
Ji baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Ermenîstanê ragîhandine, wekî hevtîya derbazbûyî dêlêgasîya serokê ofîsa sêkrêtarê Ştatên Yekbûyîye parastinê, yên pirsên Balkana, Qafqasîyayê û behra Reş, Cêyson Hêm hatibû Yêrêvanê, ku beşdarî civîna koma xebatê bibe, ya pirsên ewlehkarîyê û parastinê.
Beşdarên civînê pêwandîyên ermenîya-amêrîkîyaye dualî gotûbêj kirine û halê ewlehkarîya herêmî merkeza guhdarîyêda xweyî kirine.
Ştatên Yekbûyî derheqa piştgirîya xweda, ya hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê, çawa welatê serbest û dêmokratîk îzbat kirîye, ya ku tevî welatên cînar nava aşîtîyêda dijî.