H’emû nûçeSereke

Alîyê ermenî hîvî kirîye ku hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der bidine paşdaêxistinê, bi hesabhildana halê li korîdora Laçînê

Têra hatibû dîtinê ku îro, 23 ê kanûnê li Moskvayê wê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der pêk bihata, lê alîyê ermenî hîvî kirîye wê hevdîtinê paşda bêxin, çimkî halê krîzeyî li korîdora Laçînê pêşda hatîye û li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî pêşda hatîye. Çawa bersiva  pirsa ajansa Armênprêssê, derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye.

Pirs- Gelo ew behs yên rastin, wekî nava doranên hevraxeberdanên peymana aşîtîyêda li Moskvayê 23 ê kanûnê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der têra hatibû dîtinê, ya ku wê pêk neyê?

Bersiv-Alîyê ermenî bona wê hevdîtinê du hevtê pêşda derheqa amadebûna xweda îzbat kiribû, hetanî ku ev girtina korîdora Laçînê pêşda nehat.

Bo wê yekê jî alîyê ermenî hîvî kirîye ku hevdîtina li Moskvayê bidine paşdaêxistinê.Alîyê ermenî usa jî pêşnîyarên nû girêdayî normalkirina heleqetîyara teslîmî alîyê Adirbêcanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button