H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan halê dora korîdora Laçînê pêşdahatî raberî Cêyk Salîvan kirîye
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan bi têlefonê tevî şêwirmendê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê alîyê pirsên ewlehkarîyê Cêyk Salîvan qise kirîye.
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê derheqa halê dora korîdora Laçînê raber kirîye, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye teşkîlkirinê. Nava wê çarçoveyêda xeberdan derheqa girîngîya helkirina pirsgirêkêda û berdewama xebatên dora hevraxeberdanên edilda çûye.
Alîya dînamîka pêşkeftina pêwandîyên dualî, yên Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û berdewama wê yekê girîng hesab kirine.