H’emû nûçeSereke

Bêguman, ew “êkolog” wekîlên sîstêmên Adirbêcanêye parastinêne: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

Dorgirtina rîya tek-tenê ya ku Arsaxê Ermenîstanê û dinîyayêva dide girêdanê, desthilatdarîya Adirbêcanê destpê kirîye û ew yek înîsîyatîva sîvîlva girêdayî nîne. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêla sêkrêtarê şêwira  ewlehkarîyê Armên Grîgoryan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

Grîgoryan daye bawarkirinê, wekî Ermenîstan dîsa cedandina dide xebatê ku li herêmê aşîtî îzbatbe.Krîzeya pêşdahatî careke mayîn rola Adirbêcanêye li herêmê, ya nekonstrûktîv û neçêkirinê, dide kifşê.

“Dema ku hevraxeberdanên aşîtîyê berdewam dibin, Adirbêcan bi destî wa gotî “êkologa” korîdora Laçînê dide girtinê.Ez nizanim ku nava wan “êkologada” merivên bi qulixa gênêral yan jî kapîtan hene, yan na. Lê ew yek wekî ew meriv wekîlên sîstêmên Adirbêcanêye parastinêne, ber çevaye. Vî alîda desthilatdarîya Adirbêcanê ew dorgirtin teşkîl kirîye, ew yek înîsîyatîva sîvîlva girêdayî nîne.Hal dîsa yê krîzeyîye”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button