H’emû nûçeSereke

Em gerekê bona şandina mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, yan jî ya avropî, ya bona şandina li korîdora Laçînê û Qerebagê bixebitin: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê yekê pêwîst hesab dike wekî mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, yan jî ya organîzeya hevkarî û  ewlehkarîya Avropayê bişînine Qerebagê û korîdora Laçînê. Derheqa wê yekêda ewî wextê axaftina xweye li civîna hukumatê gotîye.

Em dibînin, wekî krîzeya hûmanîtarî ya ku dora Qerebagê çê bûye, merkeza guhdarîya navneteweyîdane.Li Organîzeya Netewên Yekbûyî dora wê pirsê gotûbêjkirin pêk hat.Welat û organîzeyên navneteweyîye cuda-cuda qîmetkirinên xwe dora halê pêşdahatî didin”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr bona wan qîmetkirina razalixî elamî hemû welat û teşkîletên navneteweyî kirine, yên ku cedandinên xwe didine xebatê ku civaka navneteweyî dîna xwe bide halê dora korîdora Laçînê.

“Em gerekê bi hevra cedandinên xwe bidine zêdekirinê.Aktîvîya civaka navneteweyî ya nava karê helkirina pirsgirêka Qerebagêda gerekê mezinbe.Em gerekê bi aktîvî bixebitin bona ku mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, yan jî ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê bişînine  Qerebagê û korîdora Laçînê”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button