H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bangî Organîzeya Netewên Yekbkûyî, Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê û koma Mînskê dike ku mîsîyayê bişînine korîdora Laçînê: Armên Grîgoryan

Ermenîstan hemû karebûnên xwe dide xebatê bona ku bikaribin hemû mecala bidine xebatê bo ku korîdora Laçînê berbi xebata xweye berê vegere,  li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, kîjanêda zelal hatîye dîyarkirinê, wek pevgirêdana Qerebagê û Ermenîstanê bi korîdora Laçînê tê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, sêkrêtarê ewlehkarîyê Armên Grîgoyan gotîye.

Grîgoryan derheqa bangên wextê civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bîr anîye û daye dîyarkirinê, wekî gerekê wî alîda xebatê berdewam bikin. “Girêdayî pirsa  korîdora Laçînêra, niha Ermenîstan tevî civaka navneteweyî dixebite”,-Grîgoryan gotîye.

“Ermenîstan bangî civaka navneteweyî dike, ku yan mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, yan ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, ya koma Mînskê bişînine korîdora Laçînê, bona ku bikaribin vê pirsgirêkê helkin”,-sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button