H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hêvîdare wekî Adirbêcanê derheqa pêşnîyarên xweda, yên dora peymana aşîtîyê wê  bersiva pozîtîv bistîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî Komara Ermenîstanê pêşnîyarên xweye dora peymana aşîtîyê teslîmî Adirbêcanê kirine: Ermenîstan amadeye peymana wî cûreyî îmze bike.Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Komara Ermenîstanê pêşnîyarên xwe, yên dora peymana aşîtîyê teslîmî Adirbêcanê kirine û em amadene wê peymanê îmzekin. Ez hêvîdarim, wekî bersiva Adirbêcanê jî wê ya pozîtîvbe”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr alîyê ermenî hê çend meh pêşda pêşnîyarên xwe, yên girêdayî dîyarkirin û ewlehkarîya sînorara teslîmî Adirbêcanê kiribûn, lê hetanî roja îroyîn Ermenîstanê bersiv nestendîye.

“Ermenîstanê pêşnîyarên xweye derheqa vekirina rêyên herêmîda jî teslîmî Adirbêcanê kirine û amadeye bi wê rê berbi helkirina pirsê here.Dikevine nava wan pêşnîyara usa jî helkirina pirsgirêka axa Ermenîstanêye okûpasîyakirî.Tabîya me dîsa wî cûreyî dimîne, wekî Adirbêcan gerekê terka okûpasîya axa Ermenîstana serbixwe bide û eskerên wê gerekê ji axa  Ermenîstana serbixwe paşda vekişin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button