H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Adirbêcanêda tê bêjî gav wê neyêne avîtinê: Kîrakosyan derheqa qirara mehkema Avropayêye mafên mêrivda

Piştî qirara mehkema Avropayê ya girêdayî girtina korîdora Laçînêra, ji alîyê Adirbêcanêda gav nehatine avîtinê. Birîyara mehkemê gerekê li ser dikên sîyasî û dîplomasî bê xebitandinê.

Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan wextê prêss-konfêransê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku heger Adirbêcan dîsa rê girtî dihêle, wî çaxî çi dikarin bidine xebatê.

“Em hêvîdarin nînin, wekî ji alîyê Adirbêcanêda wê gavên bêne avîtinê. Bi fikira formal nava doranên konvênsîya Avropayêda mecala gavavîtinê heye. Berî her tiştî komîtêya wezîra heye û mehkeme dikare derheqa wê yekêda raberke, lê komîtêya wezîra jî dikare dîna xwe bide mîyaserkirina birîyara.Komîtêya wezîra gerekê van pirsa gotûbêjke û fem bike ku gavên çi cûreyî pêwîstin bona ku tehsîra li ser Adirbêcanê zêdeke”,- Kîrakosyan gotîye.

Bi gotina wî, birîyara mehkema Avropayê ya raste û rastîyê tîne ber çeva, kîjanê dikarin li ser dikên sîyasî û dîplomasî bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button