SerekeSîyasî

Kurdistanê û Îraqê êrîşa ser kurda, ya li Parîzê şermezar kirine

Hukumata Herêma Kurdistanê êrîşa ser endamên dîyaspora kurdaye li Parîzê şermezar kirîye, ya ku 23 ê kanûnê hatîye kirinê, nava encamên kîjanêda çend meriv hatine kuştinê û birîndarkirinê.

Roja înîyê merivekî 69 salî li merkeza çanda kurdî, ya li Parîzê agir barandîye ser cimeta li wir berevbûyî, nava encamên kîjanêda sê meriv hatine kuştinê û şeş jî birîndar bûne.

Piştî  vê bûyarê pevçûyînên di navbera kurda û polîsîyayêda qewimîne.Wextê belavkirina protêstokirina, gaza hêsiranînê dane xebatê.

“Em êrîşa ser dîyaspora kurdaye li Parîzê gunehkar dikin û serxweşîyê didine malbetên merivên ku hatine kuştinê, lê birîndarara jî lezbûna qenc dixwezin.

Em hêvîdarin, wekî înstîtûta hukumata Fransîyayê û sîstêma dewletêye mehkemê wê bona parastina kurdên li Fransîyayê, gavên anegor biavêjin û wê xirabkara jî li  ber cabdarîyê bidine sekinaninê”.

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron Twittere da nivîsîye: “Kurdên Fransîyayê di navbera Parîzê bûne armanca êrîşeke hovane”.

“Ez girêdayî wê êrîşa hovanera, ya li ser dîyaspora kurdaye li Parîzê, bi kûrayî xemgînim”,- serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Twittere da nivîsîye.“Fikirên min tevî malbetên  qurbanîyane. Ez bangî dîyaspora kurda dikim ku xwe zeftkin.Werin em piştgirîya zordarîyê nekin.Ez bawarim wekî hevkarên meye li Fransîyayê wê hemû cedandina bidine xebatê bona ku dîyaspora kurdaye li wir biparêzin û cabdara jî li ber cabdarîyê bidine sekinaêndinê”,-Mesrûr Barzanî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button