H’emû nûçeSereke

Nava welatîyên Adirbcanêda, yên ku korîdora Laçînê girtine, wekîlên qulixdarîyên mexsûs hene

Mehkema Arsaxê hinek înformasîya belav kirine, yên derheqa dorgirtina korîdora Laçînêda û çend tişta em raberî we dikin:

“Çawa hûn zanin, ji 12 ê kanûnêda ji alîyê welatîyên Adirbêcdanêda rîya tek-tenê, ya ku Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdarnê, hatîye girtinê. Adirbêcan wê yekê înkar dike, wekî ew prosês bêyî beşdarbûna dewletê dibe û dibêje, wekî rê vekirîye û bêqezîyaye. Bi mîyaserkirina cêrge gavên avîtî, meriv tê ser wê fikirê, wekî ew hemû tişt usa nîne û meremên alîyê azêrîya tên eşkerekirinê.

. Li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î: “ Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê gerekê li ser tabîyên wî çaxî bisekinîyana”.Ji vê yekê dîyare, wekî gilî derheqa dewlatadne, lê ne ku derheqa hêzên sîlihkirîdane û alîya borcdarî hildabû ser xwe ku wê xetê neteribînin, ya ku ji alîyê azrîyada nehatîye kirinê.

 . Merivên ku xwe çawa êkolog raber dikin û rîya berbi Arsaxê girtine, bi rêberîya organên Adirbêcanêye dewletê gihîştine wir, çimkî piştî şerê 44 roje li wan cîha, yên ku bin kontrola Adirbêcanêda mane, çûyîn-hatina aza qedexekirîye.

. Nava wan merivada, yên ku rê girtine, wekîlên qulixdarîyên mexsûs û yên hêzên sîlihkirî hene, yên ku ji alîyê dewletêda tên fînansekirinê.

. Çawa bersiva elametîya mehkema Avropayêye mafên mêriv , Adirbêcanê bi fermî gotîye, wekî rê ji alîyê aşîtîparêzên rûsda hatîye girtinê, lê vîdêyoyên ku hatine belavkirinê, usa nadine kifşê.

. Nava zelalkirinên mehkema Avropayêye mafên mêrivda, Adirbêcanê daye dîyarkirinê, ku dewlet tevî wê yekê nabe, lê elametîyên alîyê azêrîyada şikberîyê pêşda tînin.

. Beşdarên wê berevbûna li ser rîya Arsaxê ew merivin, yên ku berê bi axaftinên dijî ermenîyava pêşda hatine, malpera propaganda dijî ermenîya mîyaser dikin. Nava qewilên vî cûreyîda gotinên azêrîyaye derheqa rîya “vekirî û bêqezîyada” derewin û bi wê yekê cêribandinê dikin ku civaka navneteweyî bikine nava şaşîyê.

. Wextê şerê 44 roje gelek barbarîyên here xirab dijî cimeta edil hatine kirinê û niha jî Adirbêcan pêşnîyarî binelîyên Arsaxê dike ku ew dikarin “bêyî dijwarî û bêqezîya”  tevî Ermenîstanê  nava pêwandîyabin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button