H’emû nûçeSereke

Qulixdarîya Ermenîstanê ya cesûsîya der wê hebe: parlamêntê qanûn qebûl kirîye

Parlamênta Ermenîstanê qanûna derheqa qulixdarîya cesûsîya derda qebûl kirîye. 67 parlamênta dengê xwe dane qanûnê, lê 33 jî dijî wê yekê bûne.

Bi sazkirina qulixdarîya cesûsîya der têra tê dîtinê li Ermenîstanê sîstêma cesûsîyê sazkin û nava wêda rola girîng wê cesûsîya der bilîze.

Li wezîreta parastinê û li qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê beşên wî cûreyî hene, ya ku mînanî hevin, qulixdarîya kîjana ya leşkerîye. Niha jî qirara sîyasî hatîye qebûlkirinê, ku qulixdarîya dewletêye nû sazkin, ya ku wê ya leşkerî nîbe. Bi wê yekê mecalê  çêbe, ku organa nû bi qulixçîyên civakî bidine razîkirinê, yên ku bi cêribandinên xwe, bi zanebûn û profêsîyonalîzma xwe wê alî sazbûna qulixdarîya cesûsîye der bikin.

Piştî sazkirina wê qulixdarîyê, piştî sê sala organên cesûsîyêye mayîn wê şuxulkarîya xwe bidine sekinanêdinê.

Serokê qulixdarîya cesûsîya der wê bibe endamê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button